SerekeSîyasî

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî alîk’arîya leşkerî, ya bahê 25O-î mîlîon dolara daye K’urdistanê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî alîk’arîya leşkerî, ya bahê 25O-î mîlîon dolara daye wezîreta K’urdistanêye pêşmerga. “Ştatên Yekbûyî bona wê yekê r’azalixîyê e’lam dikin, wekî pêşmerge dijî DAÎŞ-ê şer’k’arîya mêrxasî kirine û şih’îd jî dane. Ev alîk’arî çawa sîmvola piştgirîya hindava cime’ta Îraqê û h’ukumata Herêma K’urdistanêye”,- nava e’lmetîya konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Hewlêrê, hatîye gotinê. Bi axaftina li ber r’ojne’mevana,wezîrê K’urdistanêyî pêşmerga Şoreş Îsmaîl bîr anîye,wekî hêzên k’urdaye pêşmerga t’evî koalîsîyona navnet’ewî dijî DAÎŞ-ê şer’k’arî kirine, lê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî jî r’ola girîng nava h’incir’andina DAÎŞ-da lîstîye. ” Bo wê yekê jî em her dem alîk’arîya endamên koalîsîyonê, bi t’aybetî ya Amêrîkayê, bilind qîmet dikin û em gumanin, wekî ew alîk’arî wê berdewambe, çimkî em h’emû jî zanin,wekî k’oma DAÎŞ-ê hê bi t’emamî nehatîye t’unekirinê”,-wezîr gotîye.Şoreş Îsmaîl usa jî derheqa hevdîtina xweye t’evî baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’yûllêr xeberdaye û gotîye, wekî ew li çend bazayên leşkerî qesidîne, li k’îderê t’e’lîmên pêşmerga tên derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button