H’emû nûçeSereke

P’arsekerê hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî wê t’evî t’e’lîmên “Kavkaz 2O2O” bibe

Ji 21-ê îlonê h’etanî 26-a, li Fêdêrasîya R’ûsîyayê, nêzîkî bajar’ê Volgogradê t’e’lîmên bi navê “Kavkaz 2O2O” wê derbazbin û bi wî meremî p’areskerê hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî çûye Fêdêrasîya R’ûsîyayê. Bona mîyaserkirina opêrasîyonên t’e’lîmaye t’evayî, nêzîkî h’ezar qulixçîyên leşkerîye ji Ermenîstanê, Bêlar’ûsê, Çînistanê, Mîanmayê, Îranê û Pakîstanê t’eglîf kirine.Wek’îlên Adirbêcanê, Îndonêzîyayê, Qazaxstanê, Tacîkistanê û Şrî- Lankayê wê bi dereca dîtindarîyê t’evî wan t’e’lîma bibin. Bi t’omerî hildayî nêzîkî 😯 h’ezar qulixçîyên leşkerî wê t’evî t’e’lîmabin. T’evî t’e’lîma wê bibin usa jî 25O-î tank, h’etanî 45O-î avtomaşînên leşkerî û têxnîka zirih’kirî, usa jî 2OO sîstêmên artîlêrîyayê û t’opbarandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button