SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê bûyarên sîyasîye dawîyê t’evî wek’îlên welatên Yektîya Avropayê gotûbêj kirine

Serokê K’urdistana Îraqê Nêç’îrvan Barzanî r’astî konsûlên welatên Yektîya Avropayê hatîye, bona ku bûyarên sîyasî û hûmanîtarîye van dawîyaye li K’urdistanê û ji K’urdistanê der gotûbêj bike. Barzanî bona piştgirîya hindava K’urdistanêda, ya bona r’êforma, nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê, şer’k’arîya dijî koronavîrûsê û qebûlkirina mihacirên Sûrîyayê û Îraqêye nava şeş salên dawîda, r’azalixî e’lamî welatên Yektîya Avropayê kirîye.Çi ku derheqa hevr’axeberdanên Hewlêrê û Bexdayêdane, Nêç’îrvan Barzanî gotîye, wekî K’urdistan li ser wê qirarêye ku hevr’aqayîlnebûnên t’evî Bexdayê li ser h’îmê konstîtûsîyayê bêne h’elkirinê bona ku ew yek bo berjewandîyên h’emû alîyabin.”K’urdistan faktora qewînbûna Îraqê û t’emamîya herêmêye û ew dice’dîne p’êwendîyên baş t’evî cînara îzbatke, yên ku wê li ser berjewandîyên dualî bêne h’îmdanînê”,- Nêç’îrvan Barzanî gotîye. Bi axaftina derheqa pêşdahatina DAÎŞ-da, Barzanî gotîye wekî hevk’arîya Hewlêrê û Bexdayê, bi piştgirîya koalîsîyona navnet’ewî, ewê hindava îdêolojîya êk’strêmîstî ser bik’evin, bi t’aybetî li ser têrîtorîyayên Îraqêye hevr’qayîlnekirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button