SerekeSîyasî

Partîya Dêmokrasîya Gela dice’dîne ku zimanê k’urdî li T’irk’îyayê bibe zimanê hînbûnê

Parlamêntvanê ji partîya Dêmokrasîya Gela Îmam T’aşçîyêr pr’oje li parlamêntê r’aber kirîye, k’îjanêda hatîye pêşnîyarkirinê, ku kurmancî û zazakî bibine zimanê hînbûnê. “Hînbûna zimanê dayîkê pêşxistina çandê, şexs û qedirgirtina zar’okê dide ç’areserkirinê. Ew yek usa jî girînge, ku ew t’evî jîyana sosîyal-êkonomîkî bibin”,-T’aşçîyêr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî zimanên başqe, xêncî t’irkî, qedexekirî bûne, r’ûê çida gelek ziman unda bûne. “Ziman t’enê ji axaftinê zêdetire. Her zimanek dîrok û çanda civakê r’aber dike.Zimanê dayîkê beşeke pêşdaçûyîna mêrive”,-T’aşçîyêr gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî xwendina bi zimanê dayîkê mafê navnet’ewîye.T’aşçîyêr serda zêde kirîye, wekî welatên ûnîtare mînanî Fransîyayê, Îtalîyayê, Fînlandîyayê û Yûnanistanê xwendina bi zimanê dayîkê pêşnîyar dikin, çimkî dêmokratîya we’dê niha wê yekê dixweze.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button