SerekeSîyasî

Şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, mandata we’dê lêk’olînkirina xirabk’arîyên DAÎŞ-ê daye dirêjkirinê

19-ê îlonê, şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye bêqezîyabûnê bi yekdengî qirar kir, ku mandata k’oma organîzeyêye lêk’olînkirinê, ya bona anîna endamên DAÎŞ-ê bo cabdarîya xirabk’arîyên kirî, bide dirêjkirinê, h’etanî 18-ê îlona sala 2O21-ê. R’êzalyûsîyaêda hatîye dîyarkirinê,wekî ev yek bi hîvîkirina h’ukumata Îraqê hatîye kirinê.Şêwirmendê mexsûs û endamê k’oma lêk’olînkirinê, K’erîm Esed Ah’med Xan, qirara orgenizeyê ya bi yekdengî slav kirîye û ew yek h’esab kirîye çawa xwestina civaka navnet’ewîye t’evayî û ya h’ukumata Îraqê, ,j ku t’evayî bona heqîtîyê bixebitin û xirabk’ara bînin ber cabdarîyê.Xirabk’arên DAÎŞ-ê gerekê bona kirinên xweye dijî merivatîyê li ber cabdarîyê bisekinin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button