SerekeSîyasî

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî têxnîka leşkerî şandîye K’urdistana Sûrîyayê

Koalîsîyona navnet’ewîye bi serk’arîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, e’lam kirîye,wekî maşînên leşkerîye bi navê “Frêdlî” gîhandine Sûrîyayê, bona piştgirîya şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê. “Maşînên leşkerîye wî cûr’eyî, wê piştgirîyê bidine hêzên koalîsîyonê”,- k’atibê prêssayê, yê koalîsîyonê, Wêyn Marotto gotîye. Nava axaftina xweda ewî daye dîyarkirinê, wekî cara dawî maşînên leşkerîye “Frêdlî”, cotmeha sala 2O19-a, bona piştgirîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk, anîbûne Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button