
Endamê dêlêgasîya hevr’axeberdanaye ji partîyayên Yektîya Niştîmanîya K’urd Sêma Bêkt’aş gotîye,wekî partîyayên Yektîya Niştîmanîya K’urd û Encûmana Niştîmanîya K’urdî li Sûrîyê gihîştine qayîlîyê ku “Encûmana K’urdîye Here Bilind” sazkin. Herdu alî jî bi şeş xala p’ev k’etine, yên mînanî paşdahatina merivên Serê Kanîyê, E’frînê û Girê Sipî, stratêcîya k’urdîye sîyasî, k’îjanê em gerekê li Sûrîyayê xweykin, wek’îltîya k’urdaye li meydana navnet’ewî û cûr’ên xweykirina destanînên xwe, wek’îltîya jina û qirarkirina qanûnên hundur’. Girêdayî vê qayîlîyêr’a, hatîye qirarkirinê ku Encûmana K’urdîye Here Bilind bê sazkirinê”,- Sêma Bêkt’aş gotîye. Bêkt’aş daye dîyarkirinê,wekî 4O meriv wê bik’evine nava şêwirê, 16 ji alîkî, 16-e jî ji alîyê mayîn, lê h’eyşt merivên başqe jî ji partîyayên başqe û t’eşkîletên neh’ukumatî.Ev yek piştî hatina wek’îlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî alîyê Sûrîyayêda, Cêyms Cêfrîye li R’ojavayê qewimî, yê ku r’astî herdu partîyayên k’urda hatîye.