H’emû nûçeSereke

Înformasîya derheqa cîwarkirina şer’k’arên k’urde li Arsaxê derewa Adirbêcanêye bi sirêye: Vahram Pog’osyan

Înformasîya derheqa cîwarkirina şer’k’arên k’urde li Arsaxê derewa Adirbêcanêye bi sirêye, ew înformasîya ner’aste. Derheqa wê yekêda k’atibê prêssayê, yê serokê Arsaxê Vahram Pog’osyan gotîye. “Bi belavkirina înformasîyayên wî cûr’eyî, Adirbêcan dicêr’ibîne dijî wan înformasîya derk’eve, anegorî k’îjana hatibû dîyarkirinê, wekî Adirbêcan ç’ekdarên êk’strêmîste ji Sûrîyayê, tîne Adirbêcanê. Ew înformasîya hatîye îzbatkirinê. Derheqa wê yekêda jî prêssa navnet’ewî dinivîse û dide dîyarkirinê, wekî êk’strêmîstên ji Sûrîyayê tên Adiribêcanê”,- ewî gotîye. Bi gotina Vahram Pog’osyan, derheqa heyîna êk’strêmîstaye nava eskerê Adirbêcanêda, hema şe’detîya wê yekê dide, wekî wextê şer’ê meha nîsanê, barbarîyên çi cûr’eyî hindava leşkerên ermenîda hatibûne mîyaserkirinê. Ew mînanî kirinên êk’strêmîstên îslamîdane. Bi xeberdana derheqa e’lametîya wezîrê Adirbêcanêyî p’arastinêda wekî Ermenîstan bona şer’ê nû hazir dibe, Vahram Pog’osyan gotîye,wekî Ermenîstanê t’u cara derheqa dagirkirina sînorê welatekî mayînda e’lam nekirîye, lê pêşxistina hêzên Ermenîstanê û sazkirina k’omên r’ezedilvana t’enê bi meremekîye, bona ku h’idûdên welêt bên p’arastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button