SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê girêdayî e’rebîzasîyakirina têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirîr’a xemgînîya xwe e’lam kirîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî girêdayî wê seyasetîyêr’a, ya ku berdewam dibe, bi k’îjanê neh’îyên k’urda bi dêmografî tên guhar’tinê, xemgînîya xwe e’lam kirîye û gotîye,wekî ev yek berdewama kampanîya partîya “BASS”-ye e’rebîzasîyakirinêye. Me’srûr Barzanî ev e’lametî piştî wê yekê belav kirîye,wextê ku li provînsîya K’irkûkê dîsa çend gundên k’urda ji alîyê e’rebada hatine êrîşkirinê. “Em bi guhdarî dîna xwe didine h’alê wan neh’îyên K’urdistanê, yên ku ne bin serk’arîkirina herêma K’urdistanêdanin, bi t’aybetî li provînsîya K’irkûkê, li k’îderê h’alê wêyî dêmografî tê guhr’tinê.Eva wek’ilandina seyaseta e’rebîzasîyakirina wan neh’îyên k’urdaye, ya ku ji alîyê r’êjîma berêda dihate mîyaserkirinê”,- serekwezîr gotîye û daye dîyarkirinê,wekî niha seyaseta dijî k’urda li Îraqa dêmokratîk tê mîyaserkirinê, li k’îderê konstîtûsîyayê h’îmê h’elkirina pirsgirêkê danîye. Serekwezîr gotîye, wekî ew kampanîya e’rebîzsîyakirinê gunek’ar dikin û serda zêde kirîye, wekî h’ukumata Herêma K’urdistanê wê wan gavar’a qayîl nebe. “Bona h’elkirina vê pirsê, dêlêgasîya h’ukumata herêmê çûye Bexdayê. Em bangî h’ukumata fêdêral dikin, ku gavên anegor gorî konstîtûsîyayê bêne avîtinê, bona ku seyaseta wî cûr’eyî belav nebe”,-Me’srûr Barzanî gotîye. Serekwezîr usa jî bangî h’ukumata fêdêral kirîye, ku îzinê nedin, ku hêzên Îraqêye sîlih’kirî t’evî pirsên wî cûr’eyî bibin, lê anegorî konstîtûsîyayê bişuxulin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button