H’emû nûçeSereke

Baylozxana nûye li Yêrêvanê: gava Çînistanêye nû nava k’arê pêşk’eftina p’êwendîyên t’evî Ermenîstanê

Çêkirina baylozxana nûye ji alîyê Çînistanêda, Ermenîstan çawa gaveke nû nava p’êwendîyên ermenîya-çînada h’esab dike. Derheqa wê yekêda wextê ger’a li baylozxana Çînistanê, serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan gotîye. “Çînistan dikare bi hazirîya vî cûr’eyî firnaxbe û em vê yekê çawa gaveke nû ji alîyê Çînistanêda h’esab dikin, wekî p’êwendîyên ermenîya-çîna dikarin li ser dereca diha bilindbin û diha k’ûrbin.

Hevk’arîya meye di navbera herdu welatada heger bê t’omerîkirinê, herdu jî miletên h’emdinîyayêne, çimkî çanda çînî û miletê wan li t’emamîya dinîyayê belavbûyîne û usa jî ya cime’ta ermenîye”,- Sargsyan gotîye. Bi fikira serokk’omar, gelek alîyên hevk’arîyê hene û berê e’wlin ew govekên bêqezîyabûnê û malhebûna gundîtîyêne.

Nava goveka têk’nolocîyên nûda, Sargsyan pêşer’oja hevk’arîyêye nû t’evî Çînistanê dibîne, çimkî li herdu welatada jî mecalên pêşxistina ulm, ulmî-êkonomîkî hene. Ez hevk’arîya meye pêşer’ojêda baş dibînim”,-serokk’omar gotîye. Baylozê Çînistanêyî li Ermenîstanê jî goveka têk’nolocîya h’esab dike goveka hevk’arîyêye here pêrspêktîv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button