Sala 2O19-a nava prêssa t’irkada gotinên h’iznekirinê diha gelekî dijî ermenîya hatine xebitandinê

Nava doranên pr’ojeya “Xebera h’iznekirinêye nava prêssayê”-da, ya ku ji alîyê fonda Hrant Dînk’da tê mîyaserkirinê, r’aporta bi sirê hatîye belavkirinê.Wê r’aportêda hatîye r’aberkirinê, ku sala 2O19-a nava prêssa t’irkada çiqas xeberên h’iznekirinê dijî k’îjan k’omên êt’nîk, dînî, yan jî yên mayîn hatine xebitandinê. Bona r’aportê 4364 gotar hatine lêk’olînkirinê. Nava 1O8 gotarada gelek xeberên h’iznekirinê dijî çend k’oma hatine xebitandinê. K’omên ku dijî wana xeberên h’iznekirinê hatine xebitandiê, bi vê cêrgêne:
Ermenî-8O3 xeberên h’iznekirinê
Sûrîyanî- 76O
Yûnan /yên Yûnanistanê/- 754
Cihû-676
Yûnan / yên T’irk’îyayê, Qibrisê û cîyên mayîn/- 6O3
Mesîhî-334
Dijî ermenîya diha gelek xeberên h’iznekirinê nava gotarên bi t’êma bûyarên Xocalûyê û k’omkujîya Ermenî hatine xebitandinê, k’îjanada ermenîya PKK-ê û ASALA-va didine girêdanê.