SerekeSîyasî

Wek’îla Yektîya Partîyayên Dêmokratîk:Cêyms Cêfrî soz daye, wekî T’irk’îyayê êrîşên nû li R’ojavayê mîyaser neke

Wek’îla Yektîya Partîyayên Dêmokratîk, ya K’urdistana R’ojavayê Sêma Bêktaşê e’lam kirîye, wekî wextê hevdîtina t’evî hêzên Sûrîya Dêmokratîk, wek’îlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cêyms Cêfrî soz daye, wekî T’irk’îyayê opêrasîyonên leşkerîye nû li r’ohilatê ç’emê Ferat myîaser neke. Sêma Bêktaş usa jî endama dêlêgasîya hevr’axeberdanaye. Ewê gotîye, wekî piştî opêrasîyonên li Serê Kanîyê û Girê Sipî, serokê ŞAY Donald T’ramp û serokê T’irk’îyayê Êrdog’an bi hevr’a qayîl bûne, ku T’irk’îya gerekê t’evbûna xweye t’evî k’arên Sûrîyayê berdewam neke. Bi gotina Bêktaşê, heger T’irk’îya wê qayîlîyê bit’er’ibîne, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê sanksîyayên êkonomîkî bide ser T’irk’îyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button