H’emû nûçeSereke

Wextê civîna Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, lîdêrê k’urd Barzanî çawa sîmvola aşîtîyê hatîye r’aberkirinê

Wextê civîna Organîzeya Net’ewên Yekbûîye 75-a, vîdêyok hatîye r’aberkirinê, k’îjanêda Me’sûd Barzanîyê lîdêr çawa sîmvola aşîtîyê hatîye r’aberkirinê. Civîn 21-ê îlonê hatîye vekirinê.Wextê nîşandayîna vîdêyoyê, t’evî cêrge şuxulk’arên e’yane mayîn, emekê k’îjana nava k’arê aşîtîyêda heye, usa jî Me’sûd Barzanî dane k’ifşê. Îsal wek’îlên dewleta h’îmlî derheqa nexweşîya koronavîrûsêda xeber didin. Serayêda t’enê wek’îlên welatên endamên organîzeyê hazirin. Bi şirovekirina vê bûyarê, doktorê fîlosofîyayê, akadêmîkê zankoya K’urdistanê Kurmanc Osman gotîye,wekî bi nîşandayîna Me’sûd Barzanî h’esab kirine, wekî lîdêrê k’urd sîmvola aşîtîyêye û cime’ta k’urd bi wê yekêva fir’nax dibe. Bi gotina Osman, bi vî cûr’eyî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî qedirê cime’ta K’urdistanê û Me’sûd Barzanîyê lîdêr girtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button