Kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêlê e’lam kirîye, wekî k’urd mînanî miletên mayîn gerekê aza bijîn.Derheqa wê yekêda Angêla Mêrkêlê wextê xeberdana bi têlêfonê, ya t’evî mihacirê ji R’ojavayê Dîrham Fermano gotîye, yê ku îdî 25 salin ku li Dyûsêldorfê dijî. Mihacirê ji R’ojavayê Dîrham Fermano her h’evtê li ber îdarên fermî protêstokirina mîyaser dike, bona ku guhdarîyê t’eglîfî li ser h’alê k’urda bike.Wextê ku kirina Fermano k’ete merk’eza h’ukumata Almanîyayê, Mêrkêlê mihacirê k’urdr’a têlêfon kir û derheqa piştgirîya xweda da dîyarkirinê. Dîrham Fermano gotîye: “Mêrkêlê minr’a têlêfon kir û derheqa h’alê k’urdên R’ojavayêda pirsî”.Ewî gotîye Mêrkêlê, wekî li bajar’ên E’frînê, Serêkanîyê û Girê Sipî k’urd r’astî zordarîya tên. Mihacirê k’urd gotîye,wekî Mêrkêlê dijî wan kirina xeberdaye û serda zêde kirîye,wekî mafê k’urda gerekê p’arastîbe û k’urd gerekê mînanî miletên cîhanêye mayîn nava aşîtîyê û azadîyêda bijîn.
Gotarên eynî
Em ji Almanyayê di derbarê serwêrî û yekparebûna axa Komara Ermenîstanê de li bendê ne ku hewldanên aktîv bên kirin: bayloz Yêngîbaryan
18.04.2024, 15:50
Ermenîstanê cara ewlin ji fonda Aşîtîyê, ya Yekîtîya Avropayê piştgirîyê bistîne, radyoya “Azaî” ê
18.04.2024, 13:50
Herwiha kontr’ol bike
Close