H’emû nûçeSereke

Bombên avîyasîyon, aparatên bêpîlot /diron/: derb alîyê Vardênîsê jî hebûne: Arsrûn Hovhannîsyan

H’alê sert li ser t’emamîya dirêjaya sînorê ermenîya-azêrîyaye.Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta Ermenîstanêyî p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî li alîyê Vardênîsê jî ji alîyê azêrîyada derb hatine gîhandinê, lê êrîşa h’îmlî li alîyê Arsaxêye. Bi gotina Hovhannîsyan îro hêzên Adirbêcanê bombên avîyasîyîon, aparatên bêpîlot, h’elîk’op’t’êr û sîlih’ên başqe dane xebatê. “Şer’ên întênsîv pêşda diçin, û wê şaşbe ku em bêjin, ku zyana me wê t’unebe”,-Hovhannîsyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî niha ew nikare tiştên hûrgilî r’aberke.Anegorî înformasîyayên stendî, xêncî cûr’ek yan du cûr’e mecalên r’okêta, Adirbêcanê h’emû mecalên mayîn dane xebatê, usa jî hêzên hewêye leşkerî dide xebatê.Em bîr bînin, wekî îro şebeqê Adirbêcanê bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya êrîşa berfire destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button