H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der agrêsîya serokatîya Adrbêcanêye leşkerî-sîyasî ya hindava Komara Arsaxê gunehkar dike

Wezîreta Ermenîstanêye karên der agrêsîya serokatîya Adrbêcanêye leşkerî-sîyasî ya hindava Komara Arsaxê gunehkar dike. Nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatiye gotinê: “Îro, sibe zû, bi dirêjaya temamîya xeta pêşin, alîyê azêrîya topbarandin destpê kiriye û pêra jî gund, nava wanda usa jî bajarê Stêpanakêrtê, kirine nîşangeh. Em agrêsîya serokatîya Adrbêcanêye leşkerî-sîyasî ya hindava Komara Arsaxê berk gunehkar dikin.Alîyên ermenîya wê bi temamîya karebûna xwe bişuxulin bo ku bêqezyabûna bineliyên Arsaxê bidne çareserkirinê û usa jî bersiva sîyasî û leşkerîye anegor bidin. Temamîya cabdarîya encamên agrêsîyayê dikeve li ser serokatîya Adrbêcanêye leşkerî-sîyasî”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button