H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê dîsa deh tank unda kirine: vîdêyo

Adirbêcanê êrîşa bi tanka mîyaser kirîye.Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku alîyê ermenîya bersiva çi cûr’eyî daye. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê e’lam kirîye. “Feqet, azêrî r’astî berxudana tank û p’areskerên dijî tanka hatîye û nava wî şer’îda deh tank unda kirine”,-Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye.Opêrasîyon berdewamin, h’al bin kontrola p’areskerên Arsaxêdane. Em bîr bînin, wekî şebeqa 27-ê îlonê Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.R’ûê agirkirinên azêrîyada, nava vî şer’îda, 59 leşker û du binelîyên sîvîl şih’îd k’etine. Li alîyê ermenîya ji sedî zêdetir birîndar hene. Zyana azêrîya usa mezine, ku nikarin himberî ya ermenîyakin.Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button