H’emû nûçeSereke

Kinyazê H’emîd bangî welatîyên k’urde li welatên cuda-cuda kirîye, ku derheqa piştgirîya xweda e’lamî cime’ta ermenî bikin

Parlamêntvanê e’silê xweda k’urd, yê parlamênta Ermenîstanê, yê ji frak’sîya “Gava min” Kinyzê H’emîd bangî welatîyên k’urde li T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îraqê û t’emamîya k’urdên welatên mayîn kirîye, wekî derheqa piştgirîya xweye hindava cime’ta ermenîda e’lamkin, bona ku meremên seroketîyên t’irka û azêrîya bêne sekinandinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê k’urd, li parlamêntê, wextê gotûbêjkirina pr’ojeya e’lametîya parlamênta Ermenîstanêye derheqa gunek’arkirina agrêsîya Adirbêcanêye leşkerîye dijî K’omara Arsaxê, gotîye. “Hema ji r’oja e’wlinda seroketîya t’irka e’lametî belav kir, ku piştgirîyê dide Adirbêcanê û wê her dem li r’ex wêbe.Seroketîya t’irka hema wî cûr’eyî her r’oj eşkere e’lam dike, ku gerekê h’emû partîyayên k’urda û cime’ta k’urd bidine t’unekirinê”,-Kinyazê H’emîd gotîye. Parlamêntvan daye dîyarkirinê,wekî her r’oj hinava cime’ta k’urd k’omkujî tê mîyaserkirinê. “Em vê dîvêrsîya seroketîya t’irka û Adirbêcanê gunek’ar dikin û bi wê yekêva t’evayî derheqa piştgirîya xweye hindava cime’ta ermenîda didine k’ifşê û emê her dem li r’ex cime’ta ermenîbin”,- ewî gotîye. Bi h’esabhildana wê yekê, wekî seroketîya t’irka eşkere hindava cime’ta k’urd k’omkujîyê mîyaser dike û sed sal pêşda hindava cime’ta ermenî jî mîyaser kirîye, parlamêntvan bi banga xwe berbir’î k’urda bûye: “Ez bangî welatîyên xweye li T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îraqê dikim, ku piştgirîyê bidin û derheqa piştgirîya xweda ya hindava cime’ta ermenî e’lam bikin bona ku pêşîya meremên seroketîyên t’irka û azêrîya bigrin.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû Adirbêcanê bi dirêjaya xeta pêşine t’evî Arsaxê t’opbarandin destpê kirîye. Adirbêcan usa jî cî û warên binelîyên e’dil t’opbaran dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button