H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê berbi Ermenîstanê agir kirîye

K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê gotîye, wekî hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî berbi neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê agir kirine û hêza hewê berbi t’abîya dane xebatê. “Piştî vê kirina azêrîya, înformasîya ner’ast, ya wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê belav bûye, ku giva hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî ji neh’îya Vardênîsê neh’îya Adirbêcanêye Daşk’êsanê dane ber r’okêta”,- Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. Stêp’anyanê daye dîyarkirinê, wekî bi vî cûr’eyî dijmin dicêr’ibîne bona kirinên xweye pêşer’ojê xweafûkirinê hazirke. K’atiba prêssayê serda zêde kirîye,wekî hêzên azêrîya gerekê hîvîya bersiva h’işkbin.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû, Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 84 leşker û sê binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî zyana azêrîya usa geleke, ku nikarin himbrî ya ermenîya bikin. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 5O-î aparatên bêpîlot /diron/, çar h’elîk’op’t’êr, 80 tank û têxnîka zirih’kirî, teyarek û 82 mecalên transportê unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button