H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê bi meha xwe bona vê r’ojê hazir kirîye: serokê K’omara Arsaxê

Li ser t’abîyên xeta Arsaxêye pêşin guhar’tin t’unene. Vî şer’î da k’ifşê, wekî Adirbêcanê gelekî dirêj xwe hazir kirîye. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina t’evî r’ojne’mevana, serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan gotîye. “Azêrîya t’u girekî girîng hilnedaye, me jî t’u t’abîkî girîng hilnedaye”,- Harût’yûnyan gotîye. Çawa caba wê pirsê, ku bi çiqasîva be’sên derheqa wê yekêda anegorî r’astîyêne, wekî eskerê ermenî bilindaya Lêlê T’epe hildaye, yê ku sala 2O16-a hatibû undakirinê, Arayîk Harût’yûnyan caba zelal neda.Harût’yûnyan daye dîyarkirinê, wekî êrîşên h’îmlî li alîyê Cebrayîlê, Matag’îsê qewimîne. Piştî nîvro êrîşa berfire li alîyê Mir’avê destpê bûye. “Duh gotibûn ku Mir’av hildane, lê îro îdî erîş kirine. T’u t’abî hilnedane”,-Harût’yûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button