H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bikaribe Adirbêcanê ceza bike: ya sereke nêytralkirina qezîya t’irkîye

Ermenîstanê bikaribe Adirbêcanê ceza bike, ya sereke nêytralkirina qezîya t’irkîye.Derheqa wê yekêda malp’er’a Înfotêkayê nivîsîye.Eva îdî r’oja sisîyaye, ku şer’ê berfire diqewime û Ermenîstan hela hê bona piştgirîyê ne berbir’î R’ûsîyayê, ne jî berbir’î Organîzeya Peymana Bêqezyabûna Kolêktîv nebûye, nenihêr’î wê yekê, wekî anegorî h’emû peymana, ew borcdarin piştgirîyê bidine Yêrêvanê, bi t’aybetî piştî wê yekê, wextê ku azêrîya berbi têrîtorîya Ermenîstanê jî agir kir. Tiştê t’ek-t’enê ku Yêrêvan hîvî dike, ewe ku îzinê nedine T’irk’îyayê, ku T’irk’îya t’evî opêrasîyonên leşkerîbe. Bi vî cûr’eyî Yêrêvana r’esmî dide fe’mkirinê, wekî ew dikare agrêsîya Adirbêcanê bide sekinandinê û bêyî piştgirîya welatê sisîya agrêsor bide cezakirinê, lê ya sereke ewe, ku qezîya ji alîyê T’irk’îyayêda bidine nêytralkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button