H’emû nûçeSereke

Artîlêrîya Adirbêcanêye giran welatîyên sîvîl kirîye mert’alê sax /vîdêyo/

K’atiba wezîreta Ermenîstanêye prêssayê Şûşan Stêp’anyanê vîdêyoa nû belav kirîye, k’îjanêda wa gotî “qehremanîya” hêzên azêrîyaye sîlih’kirî tê k’ifşê.Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa sîstêmên azêrîyaye artîlêrîya giran, TOS-1A nava gundda cîwarkirîne. Ew ji wir agir dikin û li piş welatîyên sîvîl xwe vedişêrin.Derheqa wê yekêda Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku têxnîka azêrîya di navbera du gundada cîwar dibe û paşê agir dike.Em bêjin, wekî meha tîrmehêda jî li Tavûşê azêrîya vî cûr’eyî dikir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button