H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê bi du alîya teyarên t’irkaye F-16-e dane xebatê

Wezîreta Arsaxêye p’arastinê r’agîhandîye,wekî îro careke mayîn li alîyê bakûr-r’ohilatê û paşê başûr dijmin teyarên t’irkaye F-16-ye p’ir’fûnksîyonal dane xebatê. “Niha bi dirêjaya xeta di navbera alîyada, şer’ berdewam dibin. Li cêrge alîya, eskerê Arsaxê gihîştîye açixîya”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Zyana dijmine meriva û t’êknîka leşkerî zêde dibe.Em bîr bînin, wekî duh teyara t’irkaye F-16 nava têrîtorîya Vardênîsêye hewêda teyara hêzên Ermenîstanêye hewê xistibû, pîlotê wê Valêrî Danêlîn şih’îd k’etibû.Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan îro wextê qisa t’evî r’ojne’mevana e’lam kirîye,wekî girêdayî wê yekêr’a şe’detîyên Ermenîstanê hene, wekî teyara t’irka hatîye xebitandinê. Van şe’detîya wê r’aberî sîstêmên navnet’ewîye anegor bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button