SerekeSîyasî

Organîzeya Sûrîyayêye mafp’arêz: T’irk’îyayê 32O k’irêkirî şandine Adirbêcanê

Anegorî înformasîya ji merk’eza Sûrîyayêye monîtorînga mafê mêriv, 32O k’irêkirîyên ji Sûrîyayê bi destî kampanîyayên t’irka derbazî Adirbêcanê bûne.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev k’irêkirîyên leşkerî pêşda t’evî şer’a nebûne. “P’ir’anîya ç’ekdarên ji Sûrîyayê, yê ku li Adirbêcanêne, e’silê xweda t’irkmênin û ew ji cîyên şêr’ çûne, bona ku wa gotî berjewandîyên miletîyê bip’arêzin. K’omên e’rebaye bin kontrola t’irkada nexwestine ku ç’ekdarên wan her’ine Adirbêcnê”,-merk’eza monîtorîngê serda zêde kirîye. Çend r’oj pêşda jî hatibû dîyarkirinê, wekî k’omeke ç’ekdaraye ji E’frînê çûye Adirbêcanê.Hatîye r’agîhandinê, wekî niha k’omeke mayîn jî tê hazirkirinê, ku bişînine Adirbêcanê.Ev yek bûye beşeke sîyasîya T’irk’îyayê, ku ç’ekdarên Sûrîyayê werguhêzî k’irêkirîyên bîyanî dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button