H’emû nûçeSereke

P’îran Dilşad Mistefa Barzanî: “Ez derheqa piştgirîya xweye hindava xwîşk û birayên xweye ermenî didime dîyarkirinê”

Wek’îlê malbeta lîdêrê K’urdistana Îraqê P’îran Dilşad Mistefa Barzanî Twittêrêda nivîsîye, wekî ew derheqa piştgirîya xweye hindava ermenîya, Ermenîstanê û Arsaxê e’lam dike: “Ez derheqa piştgirîya xweye hindava xwîşk û birayên xweye ermenî didime k’işfê, yên ku welatê xwe ji êrîşên neheq, yên ji alîyê Adirbêcanê, T’irk’îyayê û k’irêkirîyên Sûrîyayêda, dip’arêzin. Bila xwedê t’evî leşkerabe. K’urdistan, û bi t’aybetî Barzan, bi dîrokî bona ermenîya û wek’îlên net’ewên kêmjimare mayîn, cîyê bêqezîya bûye. Kal û bavê min alî bi h’ezara ermenîya kirine, ku wextê okûpasîya osmanî cîguhastîbin, bi t’aybetî malbeta Andranîk P’aşa. Qerebag’ Ermenîstane”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button