H’emû nûçeSereke

Pûtîn û Makron h’alê li Qerebag’ê gotûbêj kirine

Serokên R’ûsîyayê û Fransîyayê Vladîmîr Pûtîn û Êmanûêl Makron wextê qisa bi têlefonê h’alê li Qerebag’ê û Bêlar’ûsê gotûbêj kirine.Derheqa wê yekêda qulixdarîya prêssa Krêmlê r’agîhandîye. Qisa bi têlefonê bi înîsîyatîva alîyê Fransyayê derbaz bûye. Pûtîn û Makron bangî alîyên nava de’w û dozê kirine, ku lez agirbestê e’lamkin û h’alê sert bidine sistkirinê. “H’alê sertî li zona de’w û doza Qerebag’ê bi hûrgilî hatîye gotûbêjkirinê. Girêdayî opêrasîyonên leşkerîye berfirer’a, xemgînî hatîye e’lamkirinê. Vladîmîr Pûtîn û Êmanûêl Makron bang kirine ku alîyên nava de’w û dozêda lez şer’ bidine sekinandinê û berbi dêêskalasîyayê her’in”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Qulixdarîya prêssayê serda zêde kirîye, wekî xêncî h’elkirina pirsgirêkêye bi r’êyên sîyasî û dîplomatî, r’êyeke başqe t’une. “Nava vê h’emtêk’stêda, normên hevk’arîêye mexsûs hatine lênihêr’andinê, berê e’wlin nava formata k’oma Mînskêda. Hazirî hatîye e’lamkirinê, ku ji navê serokên welatên h’emsedirên k’oma Mînskê bi e’lametîyêva pêşda bên, bona ku şer’ bê sekinandinê û şuxulk’arîya hevr’axeberdana destpêbe”,-Krêmlê r’agîhandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button