H’emû nûçeSereke

T’or’ên Ermenîstanêye sûpêrmarkêtên mezin eşîyayên t’irka ji frotanê derdixin

T’or’ên sûpêrmarkêtên Ermenîstanêye mezin, eşîyayên t’irka ji frotanê derdixin. Înîsîyatîva vî cûr’eyî t’or’ên sûpêrmarkêtaye “Nor Zovk'”-ê, “Yêrêvan sît’î”-ê, “Sas”-ê, “Sîran”-ê destpê kirine. “T’emamîya t’eşkîla sûpêrmarkêtê berbir’î hevalk’arên xwe dibe, ku ew jî bighîjine vê qirarê û ji eşîyayên t’irka paşda bisekinin”,- nava e’lametîya ” Nor Zovk’ê”-da hatîye gotinê. Nava e’lametîya “Yêrêvan sît’îyê”-da hatîye dîyarkirinê, wekî bi vê gavê ew piştgirîyê didine leşkerên li ser sînor. T’or’a sûpêrmarkêtaye “Sîran”-ê jî bangî welatîya kirîye, ku eşîyayê t’irka nek’ir’in û dijmin nedine dewlemendkirinê. Lê sûpêrmarkêta “Sas”-ê r’ûp’elê fêysbûkêda şikil belav kirîye û banga xweye wî cûr’eyî r’aber kirîye.Em bêjin, wekî ji 27-ê îlonêda opêrasîyonên Adirbêcanêye êrîşkirinê destpê bûne û nava wanda r’ola T’irk’îyayê dîyare. Serokê T’irk’îyayê Êrdog’an û nevsên mayîne fermî bi e’lametîyên yekalî û agrêsîvva pêşda tên û dibêjin, wekî wê birayên xweye azêrî nava şer’ê Arsaxêda t’enê nehêlin.Anegorî prêssa navnet’ewî, T’irk’îya bi h’ezara ç’ekdarên Sûrîyayê cîguhastî Adirbêcanê kirîye, ku t’evî şer’ê Arsaxêbin. Xêncî wê yekê nava vîdêyoyêda sîlih’ên t’irka dîyarin. Derheha wê yekêda kovara “Forbes ” -ê nivîsîye. 29-ê îlonê, teyara t’irkaye F-16 ,teyara ermenîye SÛ-25 xistîye, 3O-ê îlonê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê e’lam kiribû, wekî Adirbêcanê serk’arîkirina opêrasîyona hewêye êrîşkirinê t’eslîmî hêzên T’irk’îyayêye hewê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button