H’emû nûçeSereke

Çawa caba bangên civaka navnet’ewîye bona aşîtîyê, Adirbêcan h’al diha dide sertkirinê: wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der e’lametî belav kirîye, girêdayî wê yekêr’a, ku Adirbêcan gundên Ermenîstanê dixe. ” Yekê cotmehê artîlêrîya Adirbêcanê gundê qeza Ermenîstanêye Gêg’ark’ûnîkêye Şatvanê daye ber t’opa û pêr’a jî gundê Masrîka Mezin bi aparata bêpîlot daye ber r’okêta, r’ûê çida binelîyê gund Gêvorg Vardanyan hatîye kuştinê, lê du binelîyên sîvîle mayîn birîndar bûne.Diha dereng aparatên azêrîyaye bêpîlot k’etine têrîtorîya Ermenîstanêye hewê û li nêzîkî p’ayt’exta Ermenîstanê-Yêrêvanê fir’înên ce’sûsî mîyaser kirine. Ew h’emû aparatên bêpîlot ji alîyê p’arastina hewêda hatine lêxistinê. Piştî e’lametîya h’emsedirên k’oma Mînskê, Adirbêcan berbi sertkirina h’al diçe. K’omara Ermenîstanê ev kirinên Adirbêcanê gunek’ar dike û wana qîmet dike çawa gava bona sertkirina de’w û dozê.Bi înîsîyatîva T’irk’îyayê û bi piştgirîya wê, ev cêr’ibndina t’evlîhevkirina bêqezîyabûna herêmê, em çawa caba e’lametîya civaka navnet’ewî, bangên bona aşîtîyê, dibînin. T’emamîya cabdarîya sertbûna de’w û dozê dik’eve ser seroketîya Adirbêcanê û T’irk’îyayêye leşkerî- sîyasî”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button