H’emû nûçeSereke

Hêzên ermenîya bi profêsîyonalî aparata azêrîyaye bêpîlot /diron/ jorda tînin xwerê /vîdêyo/

K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’ananê r’ûp’elê fêysbûkêda vîdêyo belav kirîe, k’îjanêda zelal tê k’ifşê, ku çawa leşkerên ermenî aparata azêrîyaye bêpîlote bi sirê jorda tînin xwerê. R’okêta ermenî nava hewêda aparata bêpîlot dixe û dişewitîne.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 1O3 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî azêrîya 128O meriv unda kirine, 27O-î jî birindarin. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 9O aparatên bêpîlot /diron/, 12 h’elîk’op’t’êr, 181 tank û têxnîka zirih’kirî, çar teyare, du stansîyayên r’okêtaye “Smêrç” û sê sîstêmên ” TOS” unda kirine. 29-ê îlonê hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button