Sereke

Kanadayê ew qewil pêşda k’işandine, yên ku bona sekinandina frotana sîlih’aye bona T’irk’îyayê ne

Ottavayê, frotana sîlih’aye li T’irk’îyayê bide sekinandiê, heger zelalbe ku bi xebitandina wana mafê mêriv tê t’er’ibandinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Kandayêyî k’arên der Fransûa Fîlîp Şampan gotîye.Pêşda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bangî NATO-ê kiribû, ku şirovekin ku bona çi teyarên T’irk’îyayêye F-16 Qerebag’ê dixin û binelîyên e’dil dikujin. Ewî usa jî gotibû, wekî T’irk’îya sponsorîya têr’orîstên ji R’ohilata Navîn dike, ku ew her’ine Adirbêcanê û dijî ermenîya şer’kin. ” Min t’eslîmî nevsên fermî kirîye, ku van gotina lêk’olîkin û ez hazirim h’emû destûrên bona frotana sîlih’a r’esîtkim, heger ew sîlih’ bona meremê r’ast nayêne xebitandinê”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button