SerekeSîyasî

Azêrî ji Matag’îsê dir’evin /vîdêyo/

Berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê r’ûp’elê fêysbûkêda vîdêyo belav kirîye, k’îjanêda tê k’ifşê, ku çawa dijmin ji Matag’îsê dir’eve, lê hêzên Arsaxê derbên r’ast didine têxnîka Adirbêcanê.R’ûê wan derbada t’eqîn diqewimin û wê yekê tirs nava dijminda pêşda anîye.Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa têxnîka Adirbêcanêye zirih’kirî û usa jî leşker tên t’unekirinê.Eskerê Arsaxê pêşda e’lam kiribû, wekî gotinên alîyê azêrîyaye derheqa wê yekêda, ku giva Matag’îs bin kontrola wandane, ne anegor r’astîyêne.Adirbêcanê usa jî înformasîya belav kiribûn, ku xêncî Matag’îsê, Cebrayîl jî hildane, feqet, Şûşan Stêp’anyanê ew yek înk’ar kiribû û gotibû, wekî eva derewa Adirbêcanêye bi sirêye.Em bîr bînin, wekî teyarên leşkerîye, ku ji wê fir’egehê derdik’etin, ne t’enê dijî Arsaxê, lê usa jî dijî Ermenîstanê agrêsîya mîyaser kirine.Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bi r’esmî e’lam dike, wekî ji K’omara Ermenîstanê berbi Adirbêcanê nayê agirkirinê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî sisê cotmehê seh’eta 22:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button