Sereke

Fir’egeha Genceyê hatîye wêrankirinê:Vahram Pog’osyan

Eskerê p’arastina Arsaxê fir’egeha Genceyê xistîye. “Fir’egeha Genceêye leşkerî hatîye wêrankirinê”,- berdewkê serokê Arsaxê Vahram Pog’oyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan jî hinekî pêşda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda bangî binelîyên Adirbêcanê kirîye, ku lez ji bajar’ên mezin derk’evin.Em bîr bînin, wekî teyarên leşkerîye, ku ji wê fir’egehê derk’etin, ne t’enê dijî Arsaxê, lê usa jî dijî Ermenîstanê agrêsîya mîyaser kirine.Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bi r’esmî e’lam dike, wekî ji K’omara Ermenîstanê berbi Adirbêcanê nayê agirkirinê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî sisê cotmehê seh’eta 22:OO r’ûê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button