Sereke

Gava qehremanî, ya serekê t’abîya leşkerîye bi navê “Hovaz-1” Hayk Smoyan û t’eşkîla t’abîyê

Mînakên mêrxasî û qehremanîya leşkerên ku li ser xeta pêşin şer’ dikin:
Berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyan r’aber dike.
28-ê îlonê, t’eşkîla t’abîya leşkerîye bi navê “Hovaz-1” bi serk’arîya serekê t’abîyê, sêrjant Hayk Smoyan t’evî k’omên dijmine êrîşkirî k’etîye nava şêr’, pêşîya wan girtîye û zyan gîhandîye wan.
Bi qîmetkirina h’alê sazbûyî, sêrjant Hayk Smoyan qirar dike, ku t’eşkîla t’abîyê li wir cîyên cudada xwe veşêrin.
Ew bi xwe li dor- bera diger’e, h’al qîmet dike û îzinê dide leşkerên dijmin, ku ew bik’evine li cîyên t’abîyê.
Paşê bi saya kirinên dizîva ew dijmin dide dorp’êçkirinê û nava encamên kirinên profêsîyonalda êrîşê t’eşkîl dike, wextê k’îjanê dijmin li wir neh cinyaza dihêle û tê paşdaavîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button