Sereke

Serokê Arsaxê t’evî leşkera qawê veduxwe

Serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan ji xeta pêşin r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda wêne belav kirîye: “Sibexêra li ser xeta pêşin, qawa leşkeraye xweş çêkirî, t’evî leşkerên meye mêrxas”.Em bîrbînin, wekî sisê cotmehê Arayîk Harût’yûnyan çûye ser xeta pêþin.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî sisê cotmehê seh’eta 22:OO r’ûê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button