Sereke

Adirbêcan e’lam dike, ku Cebrayîl kirîye bin kontrola xwe, lê foto belav kirîye, yê ku ji alîyê Îranê hatîye k’işandinê

Alîyê Adirbêcanê bi fermî e’lam dike, wekî Cebrayîl hildaye û girêdayî wê yekêr’a wêne belav kirîye, li ser k’îjanî tê k’ifşê, ku ew şikil ji alîyê Îranê, li ser h’idûdê Arsaxê û Îranê hatîye k’işandinê. Serokê merk’eza înformsîyon û lêk’olînkirinê, ya h’ukumatê, Hovhannês Movsîsyan wêneyê malp’er’a azêrîya belav kirîye. “Azêrî bi r’esmî e’lam dikin,wekî Cebrayîl hildane û çawa şe’detî ew wêne û vîdêyo r’aber kirine. Ew herdu jî li ser h’idûdê Îranê hatîye k’işandinê. Li vir p’ira Xudafarînê hatîye k’işandinê”,-Hovhannês Movsîsyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button