Sereke

Ermenîstanê nikaribûya Mîngêçaûrê xista: fe’şkirina azêrîyaye bi sirê /vîdêyo/

“Zînûj mêdîya”-ê fe’şkirina azêrîyaye propagandayêye bi sirê eşkere kirîye, anegorî k’îjanê azêrîya dabû dîyarkirinê, ku giva ji Ermenîstanê hîdroêlêktrostansîya Mîngêçaûrê xistine. Sîstêma “Smêrç” nikare ji Ermenîstanê her’e Mîngêçaûrê. Lê azêrîya nîşan daye, ku r’okêta “Smêrç”-ê gihîştîye wir. Mecalên wê stansîya r’okêta, îzinê nade ku ew awqas dûr her’e.Fe’şkirina duda ewe, wekî p’arç’ê r’okêta xebitandî, t’eqîyayî, birine danîne li wir. Ev wêne alîk’arê serokê Adirbêcanê belav kirîye.Alîyê azêrîya dibêje, wekî r’okêt net’eqîyaye. R’esmê belavkirîda tê k’ifşê, wekî serika r’okêtê t’une û bo wê yekê jî ew nikaribû bit’eqîya, lê heger bit’eqîya, wî çaxî gerekê dor-ber wêranbûna.Usa dertê, wekî azêrîya ç’e’l k’olaye û r’okêta xebitandî kirine wê ç’e’lê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button