Sereke

Îdî nêzîkî 23 mîlîon dolar berev bûye

Serokê fonda h’emermenîye bi navê “Ermenîstan” Haykak Arşamyan wextê qisa t’evî têlêvîzîyonê daye dîyarkirinê, ku ew şuxulk’arîya p’ereberevkirinê bilind qîmet dike, çimkî h’emû kes t’evî wê yekê dibin.Îdî 23 mîlîon dolar berev bûne. “P’êşk’êşkirina here mezin 3OO h’ezar dolare, ya ku dêra sereke r’oja e’wlin daye. T’evbûna geleka li Los Ancêlêsê, Kalîfornîyayê û Fransîyayê gelekî bilinde. Dîsaypora ermenîye li Kalîfornîyayê h’evt mîlîon dolar şandine, dîyaspora Fransîyayê jî nêzîkî 8OO dolar berev kirîye. Li vir pirsek heye, ku gelo ew merivên ku bîznêsmênên mezinin, li k’îderêne. Gilî him derheqa bîznêsmênên nava dîyasporayê, him jî derheqa yên Ermenîstanêdane. T’evî xêrkirên dîyasporayê, em xebatê dikin û zûtirekê hûnê derheqa h’esabên mezinda bibhên.Bi gilîkî, nava van p’erada ji alîyê bîznêsmênên Ermenîstanêda du mîlîon dolar derbazî ser h’esab bûye”,- Arşamyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ji duhva e’lametî hatîye belavkirinê, wekî her ermenîkî li t’emamîya dinîyayê gerekê sed dolarî p’êşk’êşî p’arastina welêt bike. “Em hîvîya mîlîonê e’wlinin, bi t’aybetî ji Ermenîstanê. Em gerekê mîlîyardek dolar p’ere berevkin. Potansîyala meye mezin heye. Ev p’erên ku me berev kirine, himberî potnsîyala heyî gele-gelekî hindike”,-Arşamyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button