Sereke

Piştî lêxistina fir’egeha Gencayê me dît, ku E’lîêv çawa welatîyên xwe h’esab hilnade: Hovhannîsyan

Piştî lêxistina fir’egeha Gencayê me dît, ku E’lîêv çawa welatîyên xwe h’esab hilnade. Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê prêss-konfêransê gotîye. “Eva h’evtêke ku şer’ berdewame, lê E’lîêv bona p’arastina bajar’ên mezin t’u gav neavîtine û bêqezîyabûna binelîya nehatîye ç’areserkirinê. Hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî zanibûn, wekî piştî derbên wan, yên ku dijî binelîyên Arsaxê bûn, bajar’ û gundên sîvîl bûn, hêzên Arsaxê dikarin cabên anegor bidin û azêrîya t’u gav neavîtine, ku welatên xwe bip’arêzin”,-Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Hê pêşda me gotibû, wekî eskerê Arsaxê fir’egeha Genceyê xistine.Em bîr bînin, wekî teyarên ku ji wê fir’egehê derdik’etin, ne t’enê Arsaxê , lê usa jî têrîtorîya Ermenîstîanê dixistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button