Sereke

Baylozxana Ermenîstanêye li Îraqê e’lametîya borcbirê baylozê Adirbêcanê gunek’ar kirîye

Baylozxana Ermenîstanêye li Bexdayê e’lametîya borcbirê baylozê Adirbêcanêyî li Îraqê, ya derheqa opêrasîyonên leşkerîye dijî Arsaxê gunek’ar kirîye, yê ku dabû dîyarkirinê, wekî ev şer’ ne yê dînîye, ne jî yê êt’nîkîye. Borcbirê baylozê Adirbêcanêyî li Îraqê bangî dinîya îslamî kiribû, ku piştgirîya Adirbêcanê bikin, piştgirîya k’îjanê T’irk’îya dike. Nava e’lametîya baylozxana Ermenîsanêda hatibû dîyarkirinê, wekî ermenîya gelekî zyan ji t’irka dîtîye, lê azêrîya jî h’emû tişt kirîye, ku ermenîya bidine t’unekirinê. Mînakên wî cûr’eyî Nexçêvan, Bek’û, Sûmgaît’ û Kîrovabadin.Ew dicêr’ibînin wan tişta veşêrin.Bo wê yekê jî ermenî wê nehêlin, ku ew tragêdîya biwek’ile. Şer’k’arîya ermenîya bona azadîyê û jîyana layîqe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button