Sereke

Bi kanalên dîplomatî, derheqa encamên agrêsîya Adirbêcanê: r’aporta p’arêzerê mafên mêrive pêşda

Pêncê cotmehê bi kanalên dîplomatî, r’aporta p’arêzerê Arsaxêyî mafên mêriv belav bûye, k’îjanêda encamên êrîşa Adirbêcanêye bi piştgirîya T’irk’îyayê û têr’orîstên bîyanî belav bûye.Anegorî me’lûmetîyên ofîsa p’arêzerê mafên mêriv, 19 binelîyên e’dil hatine kuştinê, ji k’îjana keç’eke biç’ûk, h’evt jin û 11 mêr bûne.Ew li h’ewşên malên xweda û cîyên civakîye mayîn hatine kuştinê.Nêzîkî 😯 merivî birîndar bûne, ji k’îjana 6O meriv bi k’eder birîndar bûne. Ji 27-ê îlonêda hêzên azêrîya ji 6O-î zêdetir cîyên sîvîl kirine nîşangeh, r’ûê çida him meriv hatine kuştinê, him jî zyana matêrîyalîyêye mezin gihîştîye wandera.Ev h’esab hela hê yên dawî nînin, çimkî alîyê azêrîya t’opbarandinên Stêp’anakêrta p’ayt’ext û gunda berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button