Sereke

Li Qerebag’ê Êrdog’an t’eşkîldar û înîsîyatorê şer’ê nûye:Başar Esed

Serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’an bûye înîsîyatorê şer’ê li Qerebag’ê. Derheqa wê yekêda serokê Sûrîyayê Başar Esed gotîye. “Êrdog’an piştgirîyê dide têr’orîstên li Sûrîyayê, têr’orîstên Lîbîyayê, ewe t’eşkîldar û înîsîyatorê şer’ê li Qerebag’êyî t’eze destpêbûyî. Kirinên wî gelekî bi qezîyane”,-Esed gotîye.Serokê Sûrîyayê çend me’nî pêşda k’işandine.Ya e’wlin ewe, wekî xeta birayên musulman tê k’ifşê, lê ew k’omên êk’strêmîstî û têr’orîstane. Ya duda, ew r’êgîyonên cuda-cuda şer’a destpê dike, bona ku li T’irk’îyayê fikira civakî ji h’alê hundur’ê dewletê bibe dest, bi t’aybetî piştî p’êwendîyên wîye t’evî DAÎŞ-e li Sûrîyayê.H’emû kes zane,wekî DAÎŞ nefta Sûrîyayê bi destî T’irk’îyayê difrot û ew yek ji alîyê hêzên amêrîkîye hewêda dihate veşartinê, û t’irk t’evî frotana wê neftê bûne.Armancên wî vî cûr’eyîne û ew yek qezîyaye.Ev pirs derheqa wê yekêdane, ku gelo civaka navnet’ewî gerekê haj vê yekê hebe, yan na”,-Esed gotîye. Têrmîna “civak navnet’ewî”, bi gotina wî, bi r’astî k’omeke welataye biç’ûke, dik’evine nava k’îjanê dewletên mezin û dewlemend , yên ku h’ukumî li ser deşta sîyasî dikin. Bi gotina Esed, p’ir’anîya wê civakê nava pirsa piştgirîya têr’orîzmêda t’evî T’irk’îyayêne. “Dêmek ew zanin, ku T’irk’îya çi dike, ew yek li wan xweş tê. T’irk’îya hacetê destê wan welataye, yên ku sîyasîya xwe li r’êgîyonê mîyaser dikin.Em bi t’emamî nikarin gumana xwe bidine li ser civaka navnet’ewî. Meriv dikare gumana xwe bide ser mafê navnet’ewî, lê ew yek t’une: t’unene înstîtût, yên ku bikaribin xebitandina wî mafî bidine ç’areserkirinê. Bo wê yekê jî em mecbûrin gumana xwe bidine li ser xwe û piştgirîya dostên xwe”,-serokê Sûrîyayê gotîye.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî şeşê cotmehê seh’eta O9:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 223 leşker û 18 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 3154 kuştî û 5000 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button