Sereke

Wezîrên welatên h’emsedirên k’oma Mînskêye k’arên der êskalasîya li Qerebag’ê û ji sînorên wê der gunek’ar dikin

Fêdêrasîya R’ûsîyayê, Fransîya, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi cûr’ê berk’ êskalasîya li zona de’w û doza Qerebag’ê û ji sînorên wê der gunek’ar dikin.Derheqa wê yekêda nava e’lametîya t’evayîda, ya wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov, wezîrê Fransîyayêyî k’arên der Jan Îv Li Dryan û k’atibê dewletê, yê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî Mayk Pompêoyêye t’evayîda hatîye gotinê. “Wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov, wezîrên Fransîyayê û Avropayêyî k’arên der Jan Îv Li Dryan û k’atibê Ştatên Yekbûîye dewletêye Mayk Pompêo, wek’îlên h’emsedirên k’oma Mînskê, bi cûr’ê herî berk’ êskalasîya li zona de’w û doza Qerebag’ê û ji sînorên wê der gunek’ar dikin”,- wezîreta R’ûsîyayêye k’arên der e’lam kirîye.Wezîra dane dîyarkirinê, wekî êrîşên dawî, meremê k’îjana xirabkirina avayên sîvîl bûne, çawa li ser xeta pêşin, usa jî li ser axên Ermenîstanê û Adirbêcanê, ji zona de’w û doza Qerebag’ê der, bona qewînbûna li r’êgîyonê, qezîya qebûlnekirinêne. Li ser h’îmê e’lametîya yekê cotmehê, ya serokên welatên h’emsedirên k’oma Mînskê, wezîr careke mayîn bangî alîyên nava de’w û dozê dikin lez r’êjîma agirbestê îzbatkin. “Welatên h’emsedir li ser qirara xwene, ku mandata civaka navnt’ewî mîyaserkin, bi piştgirîya welatên endamên k’oma Mînskê.Anegorî mandatê, ewê hevk’arîya t’evî alîya berdewamkin, bang bikin şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêkê destpêkin, li ser h’îmê prînsîpên h’îmlî û anegorî dokûmêntên navnet’ewîye anegor, yên ku bona herdu alîya jî e’yanin”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button