Sereke

Zohrab Mnasakanyan t’evî wezîrê Fransîyayêyî k’arên der kirinên ku mafê hûmanîtar dit’r’ibînin, gotûbêj kirine

Pêncê cotmehê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan bi têlefonê t’evî wezîrê Fransîyayêyî k’arên der Jan Îv Li Dryan qise kirîye. Wezîra derheqa bûyarên dawîye li zona de’w û doza Qerebag’ê xeberdane. Girêdayî vê yekêr’a, Zohrab Mnasakanyan e’lamî hevalk’arê xwe kirîye ku çawa Adirbêcan gund û bajar’ên Arsaxê bi zanebûn t’opbaran dike. Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der kirinên Adirbêcanêye ku mafê navnet’ewîyî hûmanîtarî dit’er’ibînin, berk’ gunek’ar kirîye.Wezîr usa jî xemgînîya xwe e’lam kirîye, wekî bi piştgirîya T’irk’îyayê ç’ekdarên têr’orîst ji R’ohilata Navîn anîne Adirbêcanê û ew yek dikare zyanê bide bêqezîyabûn û aşîtîya r’êgîyonê. Herdu alîya jî derheqa lez sekinandina opêrasîyonên leşkerîda dane dîyarkirinê, û gotine, wekî pêwîste, ku bona doranên sedirtîya k’om Mînskê gavên anegor bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button