Sereke

Wezîrê Fransîyayêyî karên der derheqa hevraxeberdanên dora pirsgirêka Qerebagê, yên li Jnêvê û Moskvayê elam kirîye

Em dixwezn ku hemû kes fem bikin, wekî pêwîste lez opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê. Roja pêncşemê, li Jnêvê, di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda wê hevraxeberdanên dora pirsgirêka Qerebagê derbazbin, nava doranên cedandinên Fransîyayê, Rûsîyayê û ŞAY-da.Wezîrê Fransîyayê usa jî elam kirîye, wekî 12-ê cotmehê hevraxeberdanê li Moskvayê berdewambin. “Em dixwezin ku hemû kes fem bike, wekî pêwîste opêrasîyonên leşkerî bêyî tu qewil û qirara bidine sekinandinê”,- Jan Îv Lê Dryan gotîye. “Em her roj bi hevra nava pêwendîyadanin.Heya niha açixî tunebûye. Sibê li Jnêvê hevdîtin wê hebin, lê roja duşemê li Moskvayê hevdîtinên başqe wê derbazbin û em hîvîdarin, ku bighîjine destpêka hevraxeberdana”.Jan Îv Lê Dryan usa jî tevbûna Tirkîyayêye leşkerî gunekar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button