Sereke

Mêrxasên meye nû, yên ku 15 tank û şeş maşînên dijmine zirihkirî şewitandine

Qehremanên me naskin
Kapîtan Hrant Galstîyan layîqî mêdala “Xaçê leşkerî”, yê dereca ewlin bûye.Ewê wê pêşkêşa dewletêye derecebilind bona şewitandina pênc tank û sê maşînên zirihkirî bistîne.
Mayor Karên Arakêlyan wê mêdala xwe bona lêxstina tankekê û du maşînên zirihkirî bistîne.
Narêk Hovhannîsyanê leşker, sêrjanat Garnîk Bagdasaryan û Davît Davtyan bi teşkîla xweye tankê, sê maşînên dijmine zirihkirî şewitandine û hersêk jî layîqî mêdala “Bo qehremanî”-ê bûne.
Sêrjant Robêrt Matêvosyan layîqî mêdala dereca ewlin, ya bi navê “Xaçê leşkerî” bûye bona şewitandina şeş tank û maşîneke dijmine zirihkirî.
Mayor Hovhannês Ayvazyan jî bona şewitandina sê tankên dijmin, layîqî mêdala dereca duda, ya “Xaçê leşkerî” bûye.
Ev hemû qulixçîyên leşkerî niha nava cêrgên xwedanin û diqewime hetanî stendina mêdalên xwe ew layîqî qîmetê dewletêyî hê bilind bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button