Sereke

Mnasakanyan û Lavrov wê halê li Qerebagê gotûbêj bikin:Zaxarovayê derheqa seredana pêşerojêda gotîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wê halê li zona dew û doza Qerebagê gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, wextê prêss-konfêransa derbazbûyî, gotîye û derheqa seredanêda raber kirîye. “Ji 11-a hetanî 13-ê cotmehê, seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyane li Moskvayê têra hatîye dîtinê. Nava doranên serdanêda di navbera herdu wezîrada hevraxeberdan wê derbazbin, wextê kîjana wê pirsên navnetewî û bêqezîyabûna rêgîyonê bêne gotûbêjkirinê.Pirsa dew û doza Qerebagê wê merkeza guhdarîyêda be.Rûsîya, çawa bi dereca miletîyê, usa jî çawa endama koma Mînskê wê cedandinên xwe bide xebitandinê, ku agir bê sekinandinê û hevraxeberdan bêne destpêkirinê”,- Zaxarovayê gotîye.Ewê bîr anîye, wekî pêwendîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê yên tifaqdarîyêne û ew bi dîyalogên întênsîvva berbiçev vin. Hîvîyêne wekî seredanê qewata nû bide pêwendîyên dualî û wê alî îzbatbûna aşîtîyê û qewînbûnêye li rêgîyonê bike”- Marîya Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button