Sereke

Kîm Kardaşyanê mîlîonek dolar derbazî ser hesabê fonda hemermenîye “Ermenîsan” kirîye

Steyrkîya têlêvîzîonê, ermenîya amêrîkî Kîm Kardaşyanê bo piştgirîya Arsaxê, mîlîonek dolar derbazî ser hesabê fonda hemermenîye “Ermenîstan” kirîye. Derheqa wê yekê da em ji malpera fêysbûka fondê pê dihesin.Fondê nava nivîsara xwe da razîbûna xwe elam kirîye û bang kirîye, ku hemû bighîjine wê gavê.Niha bona piştgirîya Arsaxê 9O.6 mîlîyon dolar derbazî ser hesabê fondê kirine.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên dehê cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 400 leşker û 2O binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4369 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 162 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 508 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button