Sereke

Teribandina pevketinêye ji alîyê Adirbêcanêda gaveke dijî Rûsîyayêye: sîyasîzan

Narêk Galstyanê sîyasîzan wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê derheqa feydayên rasthatina li Moskvayê û menîyên teribandina pevketinêye ji alîyê Adirbêcanêda şirove kirîye.Bi gotina sîyasîzan, hevraxeberdan gelekî dirêj kişandine û ew yek şedetîyê dide,wekî pevketin gelekî dijwar bûye.Hebûne faktorên usa, yên ku Adirbêcan razî nekirine çimkî pêşîya wê yekê Elîêv elametîyên berk kiribûn û agirbest nexwestibû, lê paşê pevketin hatîye destanînê. “Lê paşê, çawa ku me dît, piştî pevketinê hinek wext derbaz bû û Adirbêcanê ew pevketin teriband.Ji elametîya dawî femdarîye,wekî gilî derheqa agirbesta hûmanîtarîdane, meremê kîjanê ewe ku ew gerekê bona helkirina pirsên hûmanîtarîbe, bona pevguhartina cinyaza û dîla.Nava elmetîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew gerekê bibe hîm bona hazirkirina hevraxeberdana, û bi texmîn ew derheqa agirbestêdane”,-sîyasîzan dibêje. Bi gotina Galstyan, nenihêrî wê yekê, wekî hevraxeberdan gerekê li ser prînsîpên qayîlkirîbin, yên ku hela hê nehatine qayîlkirinê, şedetîya wê yekê dide,wekî hal dijware.Bi gotina sîyasîzan ew girêdaîye wê yekêra, ku Adirbêcan nava wedê kurtda negihîşte armanca xwe û planên wê hatine teribandinê.Narêk Galstan dibêje,wekî wextê ku meriv dîna xwe dide hal, meriv tê ser wê fikirê wekî Adirbêcan dicêribîne nava vî wedê kurtda wede bide xebatê, bona ku hêzên xwe bide berevkirinê.Bi qîmetkirina sîyasîzan, teribandina pevketinên li Moskvayê meriv dikare çawa gaveke dijî Moskvayê hesabke.Çimkî Rûsîya bi hukumê xwe qayîlîyê dora agirbestê dest tîne, lê hinekî şûnda alîkî nava dew û dozêda wê yekê diteribîne.Narêk Galstan hêvîdare,wekî Rûsîyayê bona teribandinê gavên praktîk biavêje ku caba wê yekê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button