Sereke

Ermenîstan sîyasîya Tirkîyayêye provokasîyone li herêma me guhnekar dike

Berdewka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê girêdayî elametîya wezîreta Tirkîyayêye karên derra zelalkirin raber kirîye.
“Îro wezîreta Tirkîyayêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda cêrge guhnekarkirin ser navê Komara Ermenîstanê hatine kirinê. Tiştekî zelale, wekî Tirkîya, ya ku bi tevbûna xwe xwe hazir kir û agrêsîya Adirbêcanêye leşkerîye dijî Arsaxê berdewam dibe, ji tabîya xweye teribandina pevketinên destanî paşda nasekine.Ew bi anîna çekdarên têrorîste ji Rohilata Navîn û dayîna sîliha û pêşeznaye bona Adirbêcanê, nayê sînorkirinê. Tirkîya usa jî bi armanca teribandina pevketina li Moskvayê destanî piştgirîya êrîşa Adirbêcanêye înformasîyon û sîyasî dike. Li piş vî hemû tiştî cedandina Tirkîyayê tê kifşê, ku temamîya herêma me bona armancên xwe bide xebatê.Em sîyasîya Tirkîyayêye provokasîyon, ya li herêma me guhnekar dikin û hevkarîya hemû hêzên li herêmê, yên ku qewînbûnê dixwezin, girîng hesab dikin”,-nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button