Sereke

Şûşan Stêpanyanê dirona dijmine lêxistî nîşan daye: vîdêyo

Li Arsaxê dîsa dironeke azêrîya hatîye lêxistinê.Berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê rûpelê xweyî fêysbûkêda derheqa wê yekêda nivîsîye û vîdêyo raber kirîye li rex kîjanê nivîsîye: “Dirona dijmine bi sirê hatîye lêxistinê”.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 11-ê cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 400 leşker û 2O binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4719 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 165 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 51O tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button